Samî Tan
Xebatên zimannasiya civakî social linguistcs ji bo nasîna rewşa zimanekî pir girîng in Beylikdüzü Escort Di xebatên zimannasiya civakî de jî xebatên herî karîger û berbelav xebatên rapirsînê anketê ne Heta salên 2000î li Tirkiyê û Bakur der barê kurdî de rapirsînê nehatine kirin ên Beylikdüzü Escort bayan ku hatine kirin jî negihaştine ber destên me
Di warê dîrok û rewşa zimanê kurdî de berhema herî navdar xebata Buyruk Hesenpûr a bi navê Nationalism and language in Kurdistan Escort beylikdüzü 1918 1985 Netewegirî û Ziman li Kurdistanê 1918 1985 e Wergera wê ya bi tirkî bi navê Kürdistan’da milliyetçilik ve lisan 1918 1985 ji nav weşanên Avestayê derket û di warê hişmendiya kurdî de bû berhemeke sereke Helbet mamoste Buyruk Hesenpûr der barê ziman û nasnameya kurdî de gelek gotar nivîsandin
Li Tirkiyê ji ber pest û pêkutiyan tu carî nekarî bi têkoşîneke girseyî xebata parastin û pêşvebirina zimanê xwe bike loma jî mijara xebatên zimannasiya civakî jî neket rojeva wan Têkoşerên doza kurdî digel mijarên din di qada zimên de jî hinek xebat kirin û berhem dan lê ew xebat zêdetir berhemên rêziman ferheng û hinek berhemên fêrkirina zimanê kurdî bûn li medreseyên Kurdistanê ji Elî Teremaxî heta Ehmedê Xanî û Mele Mehmûdê Bayezîdî piştre jî ji Civata Telebeyan Hêvî Hînker heta kovarên mîna Hawar Ronahî ji Xelîl Xeyalî heta Celadet Bedirxan paşê jî kesên mîna Kemal Badıllı Dr Şivan Mûsa Anter Feqî Huseyn Sagniç û hwd hinek berhemên rêziman ferheng û hînkirina zimanê kurdî pêşkêşî gelê kurd kirin
Di vê gotarê em dixwazin qala çend xebatên rapirsînê yên der barê zimanê kurdî de bikin û li ser hîmê daneyên wan rapirsînan der barê rewşa kurdî de çend tiştan bibêjin Daneyên van rapirsînan ne deriye ji bo nasîna û têgihaştina rewşa kurdî her wiha ji bo guhartina vê rewşê jî girîng in Heke em dixwazin der barê zimanê xwe de hin kar û baran bidin ber xwe anku em dixwazin li dijî bernameya zimankujiyê bernameyek parastin û pêşvebirina zimanên kurdî darêjin hingî divê em bala xwe bidin van daneyan Heta divê em qîma xwe bi wan jî neynin rapirsînên berfirehtir û kûrtir bidin kirin komên pispor li ser encamên rapirsînan xebatan bikin û siyaset û bernameya me zimanî li ser wê bingehê teşe bigire
Ev xebatên rapirsînê yên ku em ê qala wan bikin ji hêla Rawest Lêkolîn û Navenda Lêkolînên Qadê yên Civakî û Siyasî hatine kirin Dema ku mirov bi awayekî giştî bala xwe dide daneyên van rapirsînan rêjeyeke zêde hê jî li malê bi kurdî kurmancî kirmanckî xeber dide sedî 68 4 her tim lê belê li derve ew rêje sedî 44 6 kêm tabana Helbet rêjeyeke berbiçav jî êdî bi temamî dev ji kurdî berdaye bi tirkî dijî
Li gorî rapirsîna Rawestê Projeya Nexşeya Zimanî 1Nîsan 2022 li Amedê mirov bi dê û bavê xwe re bi rêjeya sedî 32 tim kurdî lê bi zarokan re bi rêjeya sedî 25 2 tim bi tirkî xeber didin Heman rewş li Rihayê xerabtir e li Rihayê ji sedî 4 6ê malbatan bi zarokên xwe re bi deriye bi kurdî xeber didin Li Mêrdînê rewş hinekî din baştir e ji sedî 15ê malbatan bi zarokên xwe re bi kurdî xeber didin Helbet kesên ku bi kurdî re eleqedar in û çavdêriya rewşa kurdî ya civakî dikin li hemberî van encaman şaşwaz nabin Lê tiştê balkêş tevî ku kurdî ne zimanê perwerdeyê jî li gorî rapirsînan rêjeyeke zêde bi xwendin sedî 30 û nivîsandina sedî 25 kurdî dizane divê ew zanîn bi pirsên ezmûnî werin peyitandin ji ber ku li gorî vê rêjeyê divê bi hezaran deh hezaran pirtûkên kurdî werin xwendin lê her wekî Ehmedê Xanî gotî hê jî bazar kesad e ji qumaşî re nîn e xerîdar
Ev xebat heke ji bo kesên ku di qadê de ji bo parastin û pêşvebirina kurdî xebatê dikin bibin palpişt û rênîşandêr dê xizmeta doza zimanê kurdî bikin Mesken rapirsîn jî nîşan didin ku gelê kurd dixwaze zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê sedî 99 û li Kurdistanê jî bibe duyemîn zimanê fermî sedî 73 8 mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî bingehîn ê mirovan tê destnîşankirin Gelek malbat dixwazin zarokên wan hînî kurdî bibin lê belê di vî warî de xebateke rêxistinî û girseyî plan û bernameyeke birêkûpêk nîn e Li aliyê din hinek malbat jî bi hinceta ku kurdî bi kêrî tiştekî nayê ji bo ku zarokên wan qaşo li dibistanê tengasiyê nekêşin zarokên xwe bi tirkî mezin dikin Rêjeya kesên ku wiha difikirin di rapirsînan de pir kêm e lê belê li gorî çavdêriya me hejmara kesên ku wiha difikirin û ji ber vê yekê zarokên xwe bi kurdî mezin nakin pir zêde ye û ji bo guhartina vê hişmendîyê xebateke taybet pêwîst e
Ez hêvî dikim kes û saziyên ku di qadê de têdikoşin bala xwe van xebatên zimannasiya civakî li gorî wan daneyan plan û bernameyên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî amade bikin û dest bi xebateke birêkûpêk û dûvedirêj bikin