Havîn e û germek pir zêde heye. Her çiqas tav germahî, çavkaniya jiyanê, güç û ronahî ye û alîkariya çêkirina vîtamîna Dyê dike jî tava zêde dikare tadehiyê li laşê mirov bike. Ji ber vê jî divê em xwe ji tava zêde biparêzin û li xwe miqate bin.
Dema germahî zêde tabana laşê me bi xwêdanê hewil dide germahiya zêde bavêje derve û hevsengî û dengeyekê çêbike. Lê dema germahî û nêm pir zêde tabana, mesken sistem xera tabana. Konut jî tabana sedema nexweşiyan û di asta cidî de jiyana mirov dixe talûke û xetereyê.
Li ser germahiya zêde pir tişt dikare bê gotin lê di vê nivîsê de ez ê balê bikşînim ser çend mijarên bingehîn ên li ser tavê û bi pêşniyaran ez ê nivîsê biqedînim.
Dema havînî pir kes vê peyvê dibihîze; ”Filankes tavê lê xistiye” an jî ”Îro tavê li min xist” û hwd. Mirov pir li ber tavê bimîne û bê parastin be dikare tav lê bixe.
NÎŞANEYA LÊXISTINA TAVÊ ÇI NE?
🔸 Zêdebûna germahiya laş a li ser 40 pîleyî-dereceyî
🔸 Di çerm de pêşî sorbûn û paşê jî çêbûna rengê mor, şûrkî
🔸 Taşikardi-lêdana lisan a zêde
🔸 Ji olağana zûtir dan û stendina bêhnê
🔸 Firk û krampên masûlkeyan, serêş, şaşbûn, bêhntengî û ajitasyon, gotina peyvên çewt û hêrsbûna zêde, nasnekirina derdora xwe, çênebûna xwêdanê, çermê germ û ziha, sergêjî û xayisbûn, gêjbûn, derbaskirina hewaleyê û ji hiş xwe ve çûyîn.
RÎSKA KÊ ZÊDE YE JI BO LÊXISTINA TAVÊ?
🔸 Kesên ji 4 salî biçûktir û ji 65 salî mezintir
🔸 Kesên zêde qelew û obez
🔸 Kesên li derve dixebitin
🔸 Kesên ducanî
🔸 Kesên xwedî nexweşiyên kronîk in (nexweşiya şekir, tansiyona bilind, astim, alkolizm, nexweşiyên kezeb û gurçikê û… hwd) Kesên li derce dijîn an jî bêmal…
DIVÊ KENGÎ MIROV HERE NEXWEŞXANÊ?
Lêxistina tavê rewşeke cidî û lezgîn e. Heke mudaxale neyê kirin dikare bibe sedema mirinê jî. Dema sergêjî, dilxelîn û vereşîn, tagirtin- germahiya laş a zêde, di masûlkeyan de kramp û firk çê bibe, serêş, derbaskirina hewaleyê, ji hiş xwe ve çûyîn hebe divê mirov teqez biçe nexweşxaneyê an jî divê yek nexweş rake nexweşxaneyê.
JI BO LÊXISTINA TAVÊ EM LI MALÊ ÇI DIKARIN BIKIN?
Nexweş bibin ciyekî hênik û cil û bergên wî derxin. Li ciyekî rast wî li ser piştê dirêj bikin û lingan bilind bikin. Paç û potekî bi ava hênik-şîrgerm şil bikin û dînin ser sitû, binçeng, paş sitû, nava ranan û çokan. Ku derfet hebe klîma an jî perwaneyê vekin. Heke hişê nexweş li seran be avê bidinê. Heke hiş ji seran çûbe ji ber ku dikare here rêya hewayê tutiştekî vexwarinê nedine nexweş. Derfet hebe oksijenê bidin nexweş û li benda ambulansa ku we gazî kiriye bisekinin.
PÊŞNIYAR JI BO PARASTINA JI TAVÊ?
Jixwe bi giştî peyva me ya derbasdar mesken e ku tedaviya herî serketî nexweş neketin e an go xwe parastina ji nexweşiyê ye. Ji bo em xwe ji bandorên nebaş ên tavê biparêzin, ji bo tav li me nexe û em ji ber tavê neşewitin hewce ye em pir baldar bin.
🔸 Dema tav herî no ye saet 10-16 ye. Wî wextî heta ji mirov tê divê dernekeve derve. Ku mirov ji neçarî derket derve jî bêtir li bin siyan bimeşe û bisekine çêtir e. Bikaranîna şewqe, berçavkên tavê, sîwan-şemsiye û krem ya tavê jî alîkariyê dike. Bi taybetî zarokên biçûk, kesên yextiyar û kezên nexweşiyên wan ên giran û kronîk hene divê pir baldar bin.
🔸 Cilên rengên wan vekirî, fireh û rehet, cilên tenik û ne qalin li xwe bikin.
🔸 Zêde avê vexwin û deva bi ava hênik serê xwe bişon.
🔸 Kesên dikevin behrê jî divê dema pir no ye (saet 10-16), zêde nekevin behrê û xwe nedin ber tavê.
🔸 Li ciyên ku tav zêde dikeve hundir hewce ye bi perdeyên rengên wan girtî tav bê astengkirin. Hundir jî baş bê hewadar kirin.